Cîhan
Wekîlên CHPê ji bo azadiya Selahattin Demirtas bang li hikûmetê kirin!
PeyamaKurd- Sê wekîlên CHPê Sezgin Tanrikulu, Bariş Yarkadaş û Eren Erdem ji bo azadiya Selahattin Demirtaş bang li hikûmeta AKPê kirin.
Van her sê wekîlan li ser hesabên xwe yên Twitterê di derbarê rewşa Selahattin Demirtaş de daxuyaniyek dan û gotin ku “Ji bo Selahattin Demirtaş hukûm nehatiye dayîn, cezayê wî nîn e. Tenê di hepsê de girtî ye. Êdî ji bo ku pêşbirka hilbijartinê bi wekhevî bimeşe, divê Selahattin Demirtaş were berdan.