Cîhan
Welatê Haîtî ser û binê hev bûye
PeyamaKurd- Li Haîtiyê li dijî serokê dewletê Jovenel Moise xelk xwepêşandan dike û dixwaze dev ji serokkomariyê berde. Bi rojaye xelk dertê kuçe û kolanan û gelek kes birîndar dibin û cenaze tên rakirin.
Xwepeşandêrên ku derketin kolanan, kevir avêtin mala serokdewlet Jovenel Moise. Xelk dixwaze serokê dewletê dev ji karê xwe berde. Li bajarê Port-au-Prince kargeh, dibistan hatin girtin û gihandin bi temamî rawestiya. Polîs bo wan ji hev belav bike, xaz bikaranî û sîlihan bera hewa da.
Serokwezîr Jean Henry Ceant jî van tevgerên tund şermezar kir. Xwepêşandêr dibêjin ku di welat de bertîl û ruşwet heye û dewlet di lêpirsînê de serkeftî nîne.
Serokê dewletê jî dibêje werin em li ser van mijarana biaxifin.