Cîhan
Welatên cîranên Afxanistanê li Çînê civiyan
PeyamaKurd – Wezîrên karên derve yên cîranên Afxanistanê li Çînê li eyaleta Anhûiyê li bajarê Tûnşiyê civîna xwe ya sêyem dan destpêkirin.
Mazûrvaniya welatan wezîrê karên derve yê Çînê Vang Yi dike û welatên Pakistan, Îran, Rûsya, Tacikistan, Türkmenistan û Özbekistan tevlî civînê dibin. Bende ne ku wezîrê demkî yê karên derve yê Afxanistanê Emir Xan Muttakî jî tevlî civînê bibe.
Di zîrweyê de wê nûnerên 3 hêzên mezin (Trokya) yê Çîn, Amerîka û Rûsyayê û nûnerên Pakistan û Afxanistanê tevlî ‘Civîna Firehkirî ya Trokyayê’ bibin.
Di civînê de wê nûnerê taybet yê Çînê yê li Afxanistanê Yue Şiaoyong serokatiya civînê bike. Li ser navê Amerîkayê nûnerê taybet yê li Pakistanê Tom West jî tevlî civînê bibe.