Welatên G7 li hemberê Rûsya daxwuyaniya hevbes dan
PeyamaKurd – Piştî Rûsya êrîşê Ûkraynayê kir, welatên endamên G7 an daxwuyaniyeka hevbeş belav kir û gotin:
“Em ê ji bo bersiva êrîşkeriya Rûsyayê dorpêçên birra deynin ser Rûsyayê.”
Daxwuyanî ji aliyê wezîrên karên derve yên Kanada, Fransa, Almanya, Îtalya, Japonya, Brîtanya, Amerîka û ji aliyê nûnerê bilind yê Yekîtiya Awrûpayê de hat dayîn. Di daxwuyaniyê de weha hat gotin:
“Em dubare dikin ku em şerê bê sebeb û nerewa şermezar dikin. Rûsya zerara mezin daye sîvîl û avahiyên bingehîn yên Ûkraynayê. Bila yekser êrîşan rawestîne û hêzên leşkerî bi paşde vekişîne. Em ji malbatên Ûkraynî re yên jiyana xwe ji dest dane sersaxiyê dixwazin. Em destekê didin hukumeta cesûr ya bi serbestî hatiye hilbijartin û em amade ne zêdetir alîkariya wan bikin.
Serok Putin, hukumet û destekvanên wî berpirsiyariya encama dorpêçan yên darayî û civakî tev di stuyê wan de ye. Me çend tûran bi berfirehî dorpêçên darayî û malî bicîh kir. Em ê dorpêçên xwe ji bo ser Belarûsa Lûkaşenko dewam bikin ku êrîşkeriya Rûsyayê amade kiriye.”