Cîhan
Wendy Sherman bi Ibrahim Kalin re hevdîtinekî kir
PeyamaKurd – Cîgirê wezîrê karên derve yê Amerîkayê Wendy Sherman, bi berdevkê serokkomarê Tirkiyê İbrahim Kalın re li baregeha Dolmabahçe ya xebatê hevdîtîn kir û piştî hevdîtinê ji baregehê veqetiya. Sherman siet di 19.32 an de çûbû seredana Kalın û hevdîtin 2 siet dewam kir.
Wendy Sherman ragihandibû ku wê di navbera 4 û 11 ê adarê de seredana Tirkiye, Îspanya, Fas, Cezayir û Misrê bike.
Di mijara hevdîtinê de heya niha li ser kîjan babetan axifîne nehat ragihandin.