Weşana Îranê gef li welatên Hevpeymaniya Mekeyê xwar
PeyamaKurd - Karvedana li ser Peymana Parastinê ya ku li Mekeyê di navbera Tirkiye, Erebistana Siûdî û Pakistanê de hatiye îmzekirin berdewam dikin..
Rojnameya Keyhan a nêzîkî rejîma Îranê gef li vê hevpeymaniyê xwar ku di bin çavdêriya Nûnerê Rêberê Îranê de tê weşanê dike.
Rojnameya navborî diyar kir ku her gav an tevgereke ku li dijî Ensarullah a Yemenê yan berjewendiyên Bereya Berxwedanê bê avêtin, dê bi bersiveke tund a Komara Îslamî re rû bi rû bibe.
Di nûçeya rojnameyê de hat destnîşankirin ku di rewşeke bi vî rengî de bersiva Îranê ne bi daxuyaniyên dîplomatîk, belkî dê rasterast di qadê de were dayîn.
Rojnameya Keyhan di berdewamê de hişyariyên berê yên ji bo welatên cîran bi bîr xistin û ragihand ku divê ew ji ezmûnên berê dersan bigirin û ewlehiya xwe nexin nav lîstik û hevpeymaniyên ku Amerîka li pişt wan e.
Endamê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî ya Meclîsa Îranê Îbrahîm Rizayî jî bi awayekî nerasterast gef li Erebistana Siûdî xwar.
Ev bertek piştî wê yekê hatin ku Tirkiye, Erebistana Siûdî û Pakistanê li Mekeyê peymaneke hevpar a parastinê îmze kirin ku li gorî wê êrîşa li ser welatekî wekî êrîşa li ser her sê welatan tê hesibandin.