Cîhan
Wexta dengdana NH diyar bû
PeyamaKurd-Wexta dengdana Netweyên Hevgirtî ya li ser mijara Sûriyê hat diyarkirin. Dengdan îro siet di 22.00an de ye.
Amerîka bo lêkolîna ser Dûma ya Sûriyê ku bi çekên kîmyewî êrîş hatibû kirin, xwest ku dengdayîn bêkirin. Temsîlkara Amerîkayê ya Neteweyên Hevgirtî Nikki Haley got ku tevî Rûsya mijarê qebûl nake jî, ragihandibû ku dixwaze metnê wê bixe ber dengdayînê.
Metna ku Amerîka daye NH, tê de bo li ser Dûmayê lêkolîn bêkirin heyeteka serbixwe bê avakirin û divê bikranîna çekên kîmyewî bê şermezarkirin.
Li ser mijara Sûriyê, bi giştî heya niha Rûsya 11 cara biryarên ku hatine NH red kiriye. Bo biryar qebûl bibe, divê Amerîka, Rûsya, Çîn, Brîtanya û Fransa tev bi erênî deng bidin û ji endamên din yên demkî divê 9 ji wan deng bidin.