Wezareta Berevaniya Rûsya li ser ketina helîkoptera li Rojava daxuyanî da
PeyamaKurd - Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê li ser nûçeya ketina helîkoptereke wan li bajaroka Til Temir a Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da û ragihand, helîkoptera wan ji ber sedemeke teknîkî li Til Temirê daketiye û ti kesî jî can nedaye.
Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand, helîkoptera wan ji ber sedemeke teknîkî li Til Temirê daketiye xwarê û ti ziyaneke canî çênebûye.
Wezaretê Rûsî tekez kiriye ku helikopter rastî ti êrîşekê yan jî guleyan nehatiye.
Hhêzeke Rûsî ya ji çend zirpoş û 2 helîkopteran pêk dihat, îro 28ê Sibatê ji bo çavdêrîkirina rewşa agirbestê li deverê bikin, dest bi gereke çavdêriyê li rojavayê Qamişlo, Dirbêsiyê, Ebo Rasên û Til Temirê kiribûn.
Piştre nûçeyên ku helîkoptereke Rûsî di dema gera çavdêriyê de, li rojavayê bajarokê Til Temirê ketiye hatibûn belavkirin.