TR KU SO
FB X
Cîhan

“Wezareta Dadê ya Tirkiyê difkire dadgehên siddeta nav malbatê ava bike”

Admin M
Nivîskar
📅 09 gulan 2019 01:40

PeyamaKurd- Komîsyona jêr ya Meclisa Tirkiyê ya Yeksaniya Derfetên Jin û Zilaman civiya. Wezaret dibêje ku karên dadgehên dinan zede ne û difikirin ku dadgehên şiddeta nava malbatan deyne û wezareta Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî jî bi vê armancê daxwaza wan heye. Yeksaniya Jin û Zilaman bi peymana Îstenbolê divê bê aktîvkirin.

Endamên komîsyonê şêwra xwe bi dadgeran kirin û di mijarê de li wan guhdarî kirin. Di civînê de behsa malên bo jinan hat kirin û divê bo zilaman jî heman tişt bên kirin. Bikaranîna maddeyên hişber jî hat niqaşkirin ku dibe sedema jihev veqetandina jin û mêr û di vê babetê de niha 12 hezar dosya hene.

Eger komîsyon biryara avakirina dadgehan bide, wê weka proje li seranserê Tirkiyê bên avakirin.

Parve bike: