Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê şermezar kir
PeyamaKurd - Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê diyar kir, "Em êrîşên dijwar ên Îsraîlê yên li ser Lubnanê ku bûne sedema gelek qurbaniyan, bi tundî şermezar dikin."
Di daxuyaniya nivîskî ya wezaretê de hat destnîşankirin ku "tevî agirbesta demkî ya li herêmê, hikûmeta (Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin) Netanyahu gavên navneteweyî yên ji bo avakirina aştî û aramiyê hedef digire."
Di daxuyaniyê de piştgiriya Tirkiyeyê ji bo parastina serwerî û yekparçeyiya axa Lubnanê dubare hat kirin û hat gotin, "Em êrîşên dijwar ên Îsraîlê yên li ser Lubnanê, ku bûne sedema gelek qurbaniyan, bi tundî şermezar dikin. Ev êrîş rewşa mirovî ya li Lubnanê hîn xerabtir dikin."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku pêwîst e civaka navneteweyî tavilê ji bo bidawîkirina operasyonên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê û parastina sivîlan tevbigere.