Cîhan
Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê: Di hilbijartinan da 4 kes mirin
PeyamaKurd – Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê ragihand ku di hilbijartinan de 310 bûyer qewimîne, 2 jê roja hilbijartinan, heta vê kêlîyê (saet 15.00) 4 kesan jîyana xwe ji dest dane.
Di daxuyanîya wezaretê da hatîye gotin, “tevî bergirîyên emnî û ewlehîyê di hilbijartinên herêmî da heta niha 4 kesan jîyana xwe ji dest dane ku 2 kes jê roja hilbijartinê li Meletîyê jîyana xwe ji dest dane.”.