Wezaretê ji bo 31 parêzeran biryara binçavkirinê û lêgerîna di 39 buroyan de, da
PeyamaKurd – Li bajarê Îstenbolê bi sedema agahiyên kesan di reya nerewa de, di ser sîstema lêpirsînê de bi dest dixin, operasyon dahatin kirin lê niha ew operasyon çû heya nava parêzeran jî.
Serdozgeriya Îstenbolê di çarçoveya lêpirsînê de dozê dimeşîne û biryara binçavkirina 31 parêzeran da. Di 39 buroyên parêzeran de lêgerîn kirin û dest danîn ser alavan bi taybetî yên elektronîk.
Serdogerê Îstenbolê ragihand ku wezîrê dadê Akın Gürlek qebûl nake ku di rêya ne rewa de agahiyên kesan bên bidestxistin û bi armanca bazirganî bikarbînin.
Rêvebiriya asayîşa Îstenbolê beşa têkoşîna bi sûcên sîberî, di encama xebata xwe de, tesbît kiriye ku agahiyên şexsî yên di rêya nerewa de, bi dest xistine û di sîstema ‘Panel’ê de bikartînin.
Di encama lêpirsînê de gihane wê encamê ku hinek buroyên hûqûqê wan sîsteman kirîne an kesên sûcdar wan sîsteman bi pera firotine wan buroyan.
Di dosya lêpirsînê de, hinek gumanbar di rêya wan agahiyên bi dest xistine de, xwe gihandine welatiyan. Ji wan kesan re gotine; “deynê we ketiye ber taqîbê” . “we pêvajoya li hev kirinê derbs kiriye” û bi kesan re dan û sitendinan kirine û wan mexdûr kirine.
Di encamê de 31 parêzerên ku ketine nava vê rêya nerewa, rêya hanê bikaranîne û sîstem di dahata parêzeran de jî xwuya dike û lewra 31 parêzeran xistine bin çav.
Serdozgerê Îstenbolê ragihandiye ku wezîr Akın Gürlek lêpirsînê bi hezir dimeşîne û dest danîne ser 39 alavên buroyên hûqûqê yên li Îstenbolê.