Cîhan
Wezîr Alex Azar êrîsê Çînê û WHO yê
PeyamaKurd- Wezîrê tenduristiyê yê Amerîkayê Çînê û WHO yê xiste hedefa xwe û bo wan got ku wan bi berpirsiyariya zealiyê henekên xwe kirin. Wezîr Azar got ku rêxistina tenduristiyê ya dinyayê WHO, di bidestxistina wan agahiyên di derbarê Kovid-19 ê de ku pêdiviya dinyayê bi wan hebû, serkeftî nînbû û bû sedema mirina gelek canan. Azar axaftina xwe di 73 emîn Assambleya Tenduristiyê ya Dinyayê de kir.
Wezîr Azar bo Çînê jî got ku wan bi berpirsiyariya xwe ya şefafiyê tinazên xwe kirine. Hem Çîn agahiyên rast veşartine û bû sedema mirina ew çend mirov li dinyayê.