Cîhan
Wezîr Heiko Maas li ser ‘Balafirgeha Kabîlê’ axifî
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Almanyayê Heiko Maas, li ser pêşdeçûnên li Afxanistanê daxwuyaniyan da. Li ser babeta balafirgeha Kabîlê weha got:
“Em bi Amerîka, Tirkiyê û Talîbanê re li ser dê çawa balafirgeha Kabîlê birêve bê birin, diaxifin.”
Maas ragihand ku tehliyeyên li Afxanistanê gelek girîngin ku ji aliyê G7 an ve tê koordînekirin û divê G7 li ser çareseriya pirsgirêka koçberan biaxife.