TR KU SO
FB X
Cîhan

Wezîr, rêjeya jîngehên di karantînayê de askera kir

Admin M
Nivîskar
📅 01 nîsan 2020 04:08

PeyamaKurd- Wezîrê karên hundir yê Tirkiyê Suleyman Soylu di mijara belavbûn û tedbîrên bo koronavîrusê, rêjeya jîngehên di karantînayê de da. Soylu weha got:

“Niha li 21 bajarên me, 50 bajarok, gund û mezrayên me di karantînayê de ne. Heya niha di rêxistina me ya asayîşa polîsan de, 30 kes, di ya cendirmeyan de 18 kes, 4 qeymeqam, yek parêzgerek û di dezgeyên me yên din de, kesên ku testên wan posîtîv derketine hene.”

Soylu got ku di medya civakî de 2 hezar û 863 hesabêb ên ku tevliheviyan çêdikin, hatine tesbîtkirin. Ew hesab %70 ê yê wan yê FETÖ ye. Hesabên PKK ê û DHKP-C hene.

Heya niha îmam, polîs, cendirme, Kızılay, mamoste, hemû beşên dezgeyên dewletê, qeymeqam û bi waliyan ve 725 hezar extiyarên me hatine ziyaretkirin.

Gihandina navbera bajaran ya bi otobusan %98.9 daketiye.

Kesên ku bi bihayekî fehş tiştan difroşin ku jimara wan gihaye 243 kesan, bo ser wan operasyon hatiye kirin.

Soylu ragihand ku tenha bi îzna waliyan dibe ku hesabê bankayê yê alîkariyê bê vekirin û bi kontrol ew hesab bê şopandin. Eger wisa nebe, ew dibe dewleteka cuda.

Parve bike: