TR KU SO
FB X
Cîhan

Wezîra Derve ya Fransa: Em pistevaniya dadgehkirina Esed dikin

Admin H
Nivîskar
📅 23 gulan 2023 21:54

PeyamaKurd - Wezîra Derve ya Fransa Catherine Colonna, ragihand ku ew piştevaniya dadgehkirina Serokê Sûriyê Beşar Esed dikin û got ku ji ber bi sedhezaran kes hatine kuştin û çekên kîmyewî hatine bikaranîn.

Wezîra Derve ya Fransa Catherine Colonna, li ser pirsa rojnamevanê France 2 a “Gelo hûn piştgiriya dadgehkirina Esed dikin?” got, belê û diyar kir, “Têkoşîna li dijî tawanan û cezakirina tawanbaran, beşek ji nirxên dîplomasiya Fransa ye.”

Colonna da zanîn: “Divê em ji bîr nekin ku Beşar Esed kî ye. Ew rêberek e ku ev zêdetirî 10 sal in dijminê gelê xwe ye. Divê em ji bîr nekin ku bi sed hezaran mirov hatine kuştin û çekên kîmyewî hatin bikaranîn.”

Wezîrê Derve ya Fransa, herwiha dûr dît ku cezayên Ewropa yên li ser rejîma Beşar Esed werin rakirin, yan jî helwesta Fransa li hember Serokê Sûriyê were guhertin.

Parve bike: