Wezîra Derve yê Lîbyayê ji wezîfeyê hat girtin
PeyamaKurd – Serokwezîrê Lîbyayê Dibeybe, Wezîra Karên Derve Necla el-Menguş ji ber hevdîtina bi hevtayê xwe yê Îsraîlî re ji wezîfeyê girt û derbarê wî de lêpirsîn da destpêkirin.
Serokwezîrê Hikûmeta Yekitiya Neteweyî ya Lîbyayê Abdulhamîd Dîbeybe, Wezîrê Karên Derve Necla el-Menguş ji ber hevdîtina bi hemtayê xwe yê Îsraîlî Elî Cohen re ji wezîfeyê girt û der barê wî de lêpirsîn da destpêkirin.
Di biryarnameya jimare 368 de ku ji aliye Hikümeta Yekitiya Neteweyi ya Libyaye ve hat ragihandin, hat gotin ku "Biryar hat dayin ku Wezira Karen Derva ya Libya Necla el-Menguş were sekinandin ü lepirsin were kirin."
Di biryarnameyê de hat ragihandin ku lêpirsîna derbarê Menguş de wê ji aliyê komîsyona ku di bin serokatiya Wezîrê Edaletê yê Lîbyayê de bê avakirin, bê kirin.
Di daxuyaniya do ya Wezareta Karên Derva ya Îsraîlê da hat gotin, "civîneke dîrokî ya di navbera wezîrên karên derve yên Îsraîl û Lîbyayê de" hatiye lidarxistin.
Di daxuyanîya hat dayîn de bal hat kişandin ser hevdîtina Wezîrê Karên Derva Cohen û hevtayê xwe yê Lîbyayê Menguş ku hefteya borî li paytextê Îtalyayê Romayê bi mebesta "lêkolîna îmkanên hevkarî û têkiliyên di navbera her du welatan de" hat kirin.
Lîbya Îsraîl nas nake û ti têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Tel Avîvê re nîne.
Li ser pasaporta wî ya Lîbyayê notek heye ku "ji bilî herêmên Filistînê yên dagirkirî (Îsraîl) dikare biçe hemû welatan". Herwiha bi qanûnê têkiliya bi Îsraîlê re qedexe ye.
Piştî ku Menguş bi Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê re hevdîtin pêk anî, li herêma Tajura, bajarên Zawiya û Benî Welîd ên li rojhilatê paytext Trablusê çalakî hatin lidarxistin û li Benî Welîd jî ala Îsraîlê hat şewitandin.