TR KU SO
FB X
Cîhan

Wezîra Karên Derve ya Brîtanyayê îro Blinken re dicive

Admin L
Nivîskar
📅 09 adar 2022 14:59

PeyamaKurd Ajansa nûçeyan a Reutersê diyar kir, Wezîra Karên Derve ya Brîtanyayê Liz Truss îro Çarşemê li Washingtonê bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken re dicive.

Li gor zanyariyan, Truss û Antony wê li ser piştgiriya Ukrayna û kêmkirina pêwendiyên enerjiyê yên bi Rûsya re biaxivin.

Truss eşkere kir, divê demokrasiyên azad li ser krîza bi Ukrayna re çêbûye ji nû ve bifikirin.

Herwiha wê destnîşan kir, ew ê ji bo çêkirina tifaqên aborî û ewlekarî yên hîn xurt, serdana Amerîka bike.

Truss wê bi Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî ya Amerîka Jake Sullivan re jî bicive û bi endamên Kongresê re jî hevdîtinekê çêke.

Parve bike: