Cîhan
Wezîra kerên derve ya Isweçê îstîfa kir
PeyamaKurd- Wezîra karên derve ya Swêdê Margot Wallström îstîfa kir.Wezîra di ragihandina sedema îstîfa xwe de ragihand ku dixwaze bêhtir ji malbata xwe re wext veqetîne.
Wallström, di ser hesabê xwe yê medyayê de got ku 5 sale wezîfa xwe ya wezîrtiyê dike û bo ji malbata xwe û neviyên xwe re bêhtir wext derbas bike îstîfa xwe kiriye. Wezîra got ku di nav 5 salan de di asta bilind de wezîfa xwe kiriye û di dinyayê de di siyaseta derve de siyaseta femînîstiyê cara ewilî wê daye destpêkirin.