Cîhan
Wezîrê Berevaniya Çînê serdana Belarûsê dike
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Wezîrê Berevaniya Çînê Li Shangfu di demeke ku Belarûs piştevana herî bihêz a Rûsyayê ye di şerê Ukrayna de, wê serdana Belarûsê bike.
Serdana Li Shangfu piştî pêwendiyên pilebilind ên bi rêya telefonê bi rayedarên rûsî re pêk tê ku wekî piştevaniya Moskowê di şerê Ukraynayê de tê nirxandin.
Çînê heta niha bi awayekî eşkere piştevaniya xwe bo şerê Ukrayna yê Rûsyayê diyar nekiribû û şîrov li ser wî şerî nedikirin.
Serdana Li ya bo Belarûsê tê wateya piştevaniya Rûsyayê di şer de ku Çînê berî niha dorpêçên Amerîka yên li ser teknolojiya leşkerî ya rûsî jî red kiribû.
Çîn û Rûsyayê demek berê jî tetbîqata hevpar a deryayî li dar xistibûn.