Cîhan
Wezîrê Derve yê Amerîkayê li Îsraîlê ye
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken di çarçoveya gera xwe ya Rojhilata Navîn de piştî Erebistana Siûdî gihîşt Tel Avîva paytexta Îsraîlê.
Blinken di gera xwe ya ku roja şemiyê ji Tirkiyeyê destpê kir de heta niha serdana Urdun, Qeter, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (Îmarat) û Erebîstana Siûdî kiriye.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê di demeke de ku êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezzeyê hemû ewlekariya herêmê dixe metirsiyê li heremê ye.
Tê çaverêkirin ku Blinken şerê Xezzeyê ku ji 7ê Cotmehê û vir ve didome, bi rayedarên Îsraîlê re binirxîne.