Wezîra Derve yê Brîtanyayê bersiva Trump da!
PeyamaKurd - Wezîra Derve yê Brîtanyayê Cooper li ser medyaya civakî bersiva rexneyên Trump ên li ser biryara Brîtanyayê ya beşdarnebûna di êrîşên li ser Îranê de da û got, "Heke hûn bi rêya medyaya civakî dîplomasiyê dikin, ev ne şêwaza me ye."
Wezîra Derve ya Brîtanyayê Yvette Cooper di bernameyeke Sky News de, di bersiva pirsên li ser bûyerên heyî de diyar kir ku balafirên şer ên Brîtanî bi berdewamî li hewayê ne da ku piştgiriya parastinê bidin welatên ku ji hêla Îranê ve li Rojhilata Navîn hatine hedefgirtin.
Cooper destnîşan kir ku ew ji destpêka êrîşên hewayî yên Îsraîl û Amerîkayê yên li dijî Îranê ve ji bo tehliyekirina nêzîkî 300,000 welatiyên Brîtanî yên li herêmê dixebitin û li ser daxuyaniya Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Tony Blair ku "divê Brîtanyayê ji roja yekem ve piştgirîya Amerîkayê bikira" şîrove kir.
Cooper got, "Divê em li gorî berjewendiyên neteweyî yên Brîtanyayê tevbigerin. Ji ber vê yekê me piştgirî neda êrîşên destpêkê yên ku ji hêla DYA û Îsraîlê ve hatine kirin. Me dest bi piştgiriya parastinê ji van welatan re kir dema ku Îranê êrîşî hevalbendên me kir."
Cooper tekez kir ku ew bi nêrîna Blair re ne li hev e, herwiha destnîşan kir ku Brîtanya di vê pêvajoyê de li çareseriyek dîplomatîk digere.