TR KU SO
FB X
Cîhan

Wezîrê Derve yê Îranê bi koronayê ket

Admin H
Nivîskar
📅 02 mijdar 2021 20:04

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Îranê ragihand ku wezîrê derve Huseyîn Ebdulahyan bi vîrusa koronayê ketiye.

B berdevkê wezareta derve ya Îranê Seîd Xetîbzade di civîna rojnamevanî de eşkere kir ku testa taybet a vîrusa koronayê ji bo wezîrê derve yê Îranê Huseyîn Ebdulahyan hatiye kirin û derketiye holê ku bi vîrusa koronayê ketiye.

Seîd Xetîbzade got: “Rewşa tenduristiya Huseyîn Ebdulahyan di cihê xwe de ye û xwe xistiye karantînayê û karûbarên xwe jî birêve dibe.”

Wezareta derve ya Îranê çend roj berê ragihandibû ku wê Ebdulahyan di dawiya vê mehê de ji bo serdaneke fermî biçe Hindîstanê û beşdarî civîna lijneya aborî ya Îran û Hindîstanê bibe.

Parve bike: