TR KU SO
FB X
Cîhan

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî bi Wezîrê Derve yê Çînê re civiya

Admin L
Nivîskar
📅 06 gulan 2026 12:39

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî diyar kir ku êrîşên li dijî welatê wî binpêkirineke eşkere ya qanûna navneteweyî ne.

Ebas Eraqçî ku serdana Pekînê dike, roja Çarşemê 6ê Gulana 2026an, serê sibê bi Wezîrê Derve yê Çînê re civiya.

Eraqçî diyar kir ku Çîn dostekî nêzîk ê Îranê ye û destnîşan kir ku di şert û mercên heyî de hevkariya di navbera her du welatan de dê bêtir were xurtkirin.

Di hevdîtinê de, Eraqçî ji bo helwesta Çînê ya şermezarkirina êrîşên Amerîka û Îsraîlê spasiya xwe anî ziman û got, "Ev êrîşên li dijî me kiryareke eşkere ya êrîşkariyê û binpêkirineke giran a qanûna navneteweyî ne."

Eraqçî behsa pêvajoya dîplomatîk kir û tekez kir ku ew ê her hewlekê bidin da ku maf û berjewendiyên xwe yên rewa di danûstandinan de biparêzin û Komara Îslamî ya Îranê ji bilî "peymaneke adil û berfireh" ti vebijarkek din qebûl nake.

Wezîrê Derve yê Çînê Wang Yi diyar kir ku welatê wî amade ye ku hewlên xwe yên ji bo kêmkirina rageşiyê li herêmê bidomîne.

Parve bike: