TR KU SO
FB X
Cîhan

Wezîrê Derve yê Yûnanîstanê Yiorgos Irapetritis îro diçe Tirkiyê

Admin L
Nivîskar
📅 05 îlon 2023 15:59

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Yûnanîstanê Yiorgos Irapetritis îro diçe Tirkiyê û bi hevtayê xwe yê Tirkiyê Hakan Fîdan re dicive.

Li gor zanyariyan, Wezîrê Derve yê Yûnanîstanê Yorgos Yerapetritis îro 5ê Îlona 2023an serdana Enqereyê dike û wê bi hevtayê xwe yê Tirk Hakan Fîdan re bicive.

Ev serdan ji bo çareserkirina pirsgirêkên Enqereyê û Atînayê wekî gaveka bingehîn tê dîtin.

Nûçeyên medyaya Yûnanîstanê diyar dikin, ev serdan çareserkirina pirsgirêkan wê bibe destpêka danûstandinên dûr û dirêj ên Tirkiyeyê û Yûnanîstanê.

Erapetritis eşkere kir, Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Yûnanîstanê Kyriakos Mitsotakis di çarçoveya lûtkeya NATOyê ya li Lîtvanyayê de hevdîtineke erênî pêk anîbûn.

Herwiha amadekarî tê kirin Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Yûnanîstanê Kiryakos Miçotakis di 18ê Îlonê de li New Yorkê hev bibînin.

Parve bike: