TR KU SO
FB X
Cîhan

Wezîrê Îsraîlê: “Bi destûra Xwedê, em ê di demeke nêz de li Tehranê bin.”

Admin H
Nivîskar
📅 02 cotmeh 2024 18:19

PeyamaKurd –  Piştî ku doh bi şev Îranê, bi mûşekan êrîşî Îsraîlê kir, her du alî jî bênavber hevdu tehdît dikin. Yek ji wan kesan jî Amîçayî Çîklî ye ku wezîrê dîaspora û têkoşîna dijberiya antî-semîtîzmê yê Îsraîlê ye.

Amîçayî Çîklî wêneyê xwe yê li gel Şah Riza Pehlewiyê Îranê, li ser hesabê xwe yê Xê belav kir û bi farisî ev nivîsî:

“Bi destûra Xwedê, em ê di demeke nêz de li Tehranê bin.”

Parve bike: