Wezîrê Îsraîlê: “Îran alîkariya YPGê dike!”
PeyamaKurd- Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Avigdor Liberman got ku Îran li Sûriyê alîkariya hêzên Kurdî dike.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Avigdor Liberman Girên Golanê yên li ser tixûbê Sûriyê û Îsraîlê ziyaret kir û li wê derê ji çapemeniyê re axivî. Liberman wiha axivî: Îro dorpêç li ser Îranê hatiye danîn. Ev tiştekî zelal e. Divê ev baş were zanîn ku ji bo peymanê pereyên teslîmî Îranê hatin kirin, ketin destê rejîma Ayetullahan ya Îranî. Ev pere jî ji bo fînansekirina terorê hatin xerckirin.
Liberman wiha berdewam kir: “Îran alîkariya gelek komên terorîst dike. Îranê li Sûriyê alîkariya hêzên Kurdî dike, alîkariya Hîzbullahê dike, li Yemenê alîkariya Husiyan dike. Di heman demê de alîkariya Hamasê û cîhadîstan dike. Alîkariya salekê 2.5 mîlyar dolar dike.