Cîhan
Wezîrê karên derve yê Îranê Abbas Erakçi ji bo civîna D8an diçe Qahîre
PeyamaKurd - Wezîrê karên derve yê Îranê Abbas Erakçi ji bo civîna D8an ku civîna Rêxistina Hevkariya Aboriye, diçe Qahîre û wê di civînê de serokê Îranê Mesûd Pezişkiyan jî amade be.
Civîna D8an, civîna wezîrên karên derve ya 8 dewletaye ku ew dewlet hêj nûh pêşde diçin û dê civîna wan li Qahîre be.
Berdevkê wezareta karên derve yê Îranê Îsmaîl Bekayi ragihand ku serokê Îranê ji bo tevlî civîna serokên rêxistinê ya 11an bibe diçe Qahîre.