TR KU SO
FB X
Cîhan

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Lavrov li Tehranê bi Abbas Arakçi re hevdîtinekî kir

Admin M
Nivîskar
📅 19 cotmeh 2026 20:31

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Tehranê bi wezîrê karên derve yê Îranê Abbas Arakçi re hevdîtinekî kir. Her dû wezîr ragihandin ku pêwendiyên di navbera her dû dewletan de xwurtin û pirsgirêkên li herêmê bi rêbaza leşkerî çareser nabin.

Abbas Arakçi, îro an ku di 19ê Cotmeha 2026an de li Tehranê bi Abbas Arakçi re hevdîtin kir û got ku hevdîtin gelek baş derbas bûye. Arakçi got:

“Têkiliyên di navbera Moskova û Tehranê de stratejik in. Piştî peymana stratejik ya hevkariya di navbera her dû dewletan de bicîh hatiye, têkilî bêhtir girîng û kûr bûn e. Li pêşiya pêşdebirina têkiliyên aborî, bazirganî, siyasî û çandê ti astengiyekî nîne.”

Li ser peymana stratejik ya navbera her dû dewletan wezîr Sergey Lavrov jî got ku wê Rûsya dev ji veberhênan û peymanên bi Îranê re bernade û weha dewam kir:

“Tevî şertên navdewletî gelek zahmetin jî, em girêdayê peymanên ku me îmza kiriye ne. Di sektora nuklerî de tîmên teknîkî yên Rûsyayê û xebatkarên Rûsyayê ast bi ast dadigerin santrala nuklerî ya bajarê Buşehrê.”

Parve bike: