Cîhan
Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê daxwaza alîkariyê ji NATOyê kir
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Dmitry Kuleba, bi wezîrên derve yê NATOyê re civiya û piştî civîna bi vîdyoyî bi peyameke li twitterê daxwaz ji NATOyê kir ku alîkariya artêş û xelkê welatê wî bikin, da ku Ukrayna nebe weke Sûriye.
Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê di peyama xwe de daxwazê ji NATO dike, alîkariya wan bikin û rê nedin ku Putin Ukrayna bike Sûriye.
Herwiha Dmitry Kuleba eşkere dike, serbazên Ukrayna amade ne şer bikin, lê pêdiviya wan bi alîkariya rasteqîne heye.