TR KU SO
FB X
Cîhan

Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê: Rûsya dest bi dagirkirineke berfireh kiriye

Admin L
Nivîskar
📅 24 sibat 2022 15:32

PeyamaKurd Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Dmytro Kuleba li ser Twittere di derbarê rewşa dawî de daxuyaniyek belav kir û got, Rûsya dest bi dagirkirineke berfireh kiriye.

Kuleba diyar kir: “Putin li dijî Ukrayna dagirkirineke berfireh da destpêkirin. Bajarên aştiyane yên Ukrayna di bin êrîşê de ne.

Herwiha wî eşkere kir, cîhan dikare Serokê Rûsya Vladimir Putin rawestîne û bang li rêberan kir ku wî rawestînin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres bang li Putin kir ku êrîşa dijî Ukrayna rawestîne û ji bo aştiyê şansekê bide.

Civata Ewlekarî ya NY dema Putin operasyon radigihand, li ser Ukrayna di civîneke demildest de bû.

Parve bike: