TR KU SO
FB X
Cîhan

Wezîrê karên hundir yê Almanya giha Ankara

Admin M
Nivîskar
📅 04 cotmeh 2019 01:26

PeyamaKurd- Wezîrê karên hundir yê Almanya Horst Seehofer, bi sedema hevdîtinên li ser lihevhatina sala 2016an ya di navbera Tirkiyê û Almanya de hevdîtinan bike çû Ankara. Lihevkirin ya di derbarê koçberan de bû. Seehofer îro û sibê wê hevdîtinên xwe dewam bike û dê mijara wan bêhtir li ser wê “lihevkirin dê çawa baştir bê birêvebirin” be.

Bi wezîrê Alman re Komîserê Kar û Barê Koçe yê Yekîtiya Awrûpayê Dimitris Avramopoulos heye.

Serokê Tirkiyê Erdoğan ragihandibû ku heya niha li dora 40 mîlyar dolarî li koçberên Sûriyê mesref kirine û Awrûpa soza ku dabû Tirkiyê bo 6 mîlyar Ewroyê, jê tenha 2.5 mîlyar daye û ji wan proje dixwaze. YA yê 3.5 mîlyar Ewro hêj nedaye Tirkiyê. Tirkiye dibêje ku 40 mîlyar dolar mesrefê li koçberan kiriye lê Awrûpa ji wan proje dixwaze.

Yekîtiya Awrûpayê ji Tirkiye dixwaze ku di ser Tirkiyê de rê nede koçberan da herin welatê Awrûpayê.

Parve bike: