TR KU SO
FB X
Cîhan

Wezîrê Parastinê yê Iraqê ferman da ku artêş baregehên nav bajaran vala bike

Admin H
Nivîskar
📅 25 mijdar 2026 11:07

PeyamaKurd - Wezîrê Parastinê yê Iraqê Naîf Şemerî, ferman da yekîneyên artêşa Iraqê ku xwe ji bo valakirina binkeyên leşkerî û baregehên nav bajaran amade bikin.

Ev gav di çarçoveya amadekariyên radestkirina dosyeya ewlehiyê ya ji bo hêzên girêdayî Wezareta Navxwe de tê avêtin û dê bi hevahengiya li gel aliyên peywendîdar bê rêvebirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Iraqê, armanca vê fermanê ew e ku erk bi awayekî rêkûpêk û bênavber bên radestkirin û parastina welatiyan berdewam bike.

Her wiha wezîr ferman da ku ji bo bilindkirina şiyanên şer ên hêzên leşkerî, bernameyên perwerde û rahênanên leşkerî bên zêdekirin.

Naîf Şemerî tekez kir ku divê hêzên artêşê balê bikşînin ser erkên xwe yên sereke yên leşkerî ku parastina welêt, parastina serweriyê û dabînkirina ewlehiya sînoran li xwe digirin.

Parve bike: