Wezîrê parastinê yê Îsraîlê Katz: "Artêşa me ji Lubnanê Dernakevê"
PeyamaKurd - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz ragihand ku tevî peymana lihevkirinê ya navbera DYA û Îranê agirbesta ku di meriyetê de ye, artêşa Îsraîlê qet niyeta vekişînê tune ye û dê di navçeya ewlehiyê ya hundirê Lubnanê de bimîne.
Katz diyar kir ku hêzên wan ên leşkerî dê ji xeta peravê heta girên Beaufortê (Keleha Bofrê) li seranserî herêmê cihbûyî bimînin. Ev daxuyaniya wezîrê Îsraîlî piştî kuştina 4 leşkerên wan ên li eniya Lubnanê hat belavkirin.
Katz bal kişand ser binpêkirinên agirbestê û destnîşan kir ku ew ê destûrê nedin tu êrişên li dijî leşker û sivîlên xwe û weha got: "Em ê bersiveke pir tund bidin her binpêkirineke agirbestê ya ji aliyê Hizbullahê ve.
Artêşa Îsraîlê ji bo parastina niştecihên li bakur, pûçkirina metirsiyan û rûxandina binesaziya sererd û binerd a dijmin, dê li herêma ewlehiyê ya Lubnanê bimîne." Ev helwesta tund a Tel Avîvê nîşan dide ku herêm tevî peymanên navdewletî jî ber bi qonaxeke nû ya rageşiyê ve diçe.