Wezîrê Sûriyê: Pêwendiya hilbijartinên seroktiyê bi Komîteya Destûrê ve nîne
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad da xuyakirin ku pêwendiya hilbijartinên Serokatiya Sûriyê bi karê Komîteya Destûrê ya Sûriyê ve nîne û wê di dema xwe de pêk werin.
Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad ji Ajansa Sputnîk a Rûsî re ragihandiye, ew ê li ser Destûra niha yê Sûriyê kar bikin heta danîna destûreke nû ji Sûriyê re got, wê hilbijartinên serokatiya Sûriyê di dema destnîşankirî de, di nîvê sala 2021an de bi rê ve biçin û ti girêdana wê bi pêşketin an serkeftina Komîteya Destûrê ya Sûriyê re nîn e.
Miqdad diyar kiriye ku Komîteya Destûrê jî vê yekê baş dizane û wiha axivî ye: “Em kar ji bo serkeftina Komîteya Destûrê dikin. Divê berjewendiyên Sûriyê, di serê her gotûbêjekê de be. Sûriyê serbixwe be, serweriya wê parastî be û destûra wê ya nû, divê di xizmeta milletê wê û yekparçeyiya axa wê de be.”
Hêjayî gotinê ye, gera çarem a danûstandinên Komîteya Destûra Sûriyê roja 11ê Mijdara borî li Cenevê bêyî ti encam jê derkeve bi dawî bû ku çav li rê ye gera pêncem a danûstandinan 25ê Çileya 2021an dest pê bike.