Cîhan
Wezîrê Tirk: Wê operasyon berdewam bike
PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar îro 29ê Hezîranê li Enqerê derbarê êrîş û opersyonên ser xaka Başûrê Kurdistanê û devera Heftenînê daxuyanî dan û got ku tevî ew rêzê li serweriya Iraqê digirin jî wê operasyonên wan berdewam bikin.
Akar da zanîn ku operasyona wan a li devera Heftenînê ya li dijî PKKê berdewam e û got, “Em berdewam in li ser hewldanên ji bo kontrolkirina deverê. Bi operasyona êrîşa esmanî veguhestin bo herêmên plankirî çêbûye. Xebatên kontrolkirina herêman didome.”
Wezîrê Berevaniya Tirkiyê herwiha got ku heta niha li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê, 41 gerîlayên PKKê hatine kuştin.