Wezîrê Urdunê: Koçberkirina Filistîniyan, xeta me ya sor e
PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Urdunê Eymen el-Safedî got ku ew ê koçkirina bi darê zorê ya Filistîniyan li Şerîeya Rojava wekî “ragihandina şer” bibînin.
Eymen Safadî, êrîşên Îsraîlê wekî "cezayê kolektîf" bi nav kir û got, "Tu hinceteke vî şerî tuneye. Li gorî hiqûqa navneteweyî, hiqûqa mirovî ya navneteweyî û peymanên Cenewê, ev sûcê şer e."
Sefadî diyar kir ku bi darê zorê koçberkirina Filistîniyan û her hewilek di vî warî de xeta sor a Urdunê ye û got:
“Em ê bi hemû hêza xwe li dijî vê derkevin. Ev yek binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye, bi taybetî jî peymana Cenewê. Em ê tu hewildana koçberkirina bi zorê qebûl nekin. Her hewildanek ji bo ku Filistîniyan neçar bike ku ji Şerîeya Rojava birevin dê ji aliyê Urdunê ve wekî ragihandina şer were dîtin."