TR KU SO
FB X
Cîhan

Wezîrên Derve yên G7ê ji Îranê xwestin ku piştgiriya Hûsiyan rawestîne

Admin H
Nivîskar
📅 22 îlon 2026 12:35

PeyamaKurd - Wezîrên Karên Derve yên Koma 7 Dewletan (G7) di çarçoveya civîna giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de daxuyaniyek dan û ji Îranê xwestin ku çekkirina Hûsiyan û piştgiriya xwe ya ji bo Yemenê rawestîne.

Wezîrên Birîtanya, Kanada, Fransa, Almanya, Îtaliya, Japonya û Amerîkayê her wiha bang li Hûsiyan kirin ku êrişên xwe yên li ser keşteyên sivîlan û çalakiyên leşkerî bisekinînin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew êrişên Hûsiyan red dikin ji ber ku rewşa Yemenê bandorê li ser ewlehiya herêmî û ewlehiya enerjiyê ya cîhanî dike.

Li aliyê din, NYê ragihand ku ji ber şer li Yemenê nêzî 700 kes hatine kuştin û bi hezaran koç kirine; Bernameya Xwarinê ya Cîhanî (WFP) jî da zanîn ku zêdetirî 18 milyon kes bi pirsgirêka ewlehiya xwarinê re rû bi rû ne û nêzî 2.2 milyon zarok bêxwarin mane.

Parve bike: