Wezîrên karên derve yên Îran û Îmaratan bi telefonê axifîn
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Îranê Huseyin Emir Abdullahiyan û wezîrê karên derve yê Îmaratan Abdullah bin Zayid Al Nahyan di rêya telefonê de axifîn û di rojeva wan de mijarên têkiliyên duqolî, herêmî û yên navdewletî hebûn. Ragihandin ji aliyê wezareta karên derve ya Îranê de hat kirin. Di axaftinê de Abdullahiyan ragihand ku di têkiliyên her dû dewletan de pêşdeçûn heye û weha got:
“Di navbera rêvebirên her dû dewletan de hevdîtinên aktîv û şêwrê dewam dikin. Di pêşdeçûna têkiliyan de sînor nîne.”
Nahyan jî behs kir di serî de di sektora taybet de û di sehayên din de girînge ku têkilî pêşde herin. Nahyan weha dewam kir:
“Di hefteyên dawiyê de têkiliyên baş di navbera Tehran û Riyadê de hene, pêşdeçûnên Sûriye jî di nava wan de hevkariya li herêmê pêşde diçe.”
Her weha her dû wezîr bi sedema cejna Remezanê cejna hev pîroz kirin.