Cîhan
Wezîrên Navxwe yên Iraq û Tirkiyê civiyan: Hejmarek mijarên dualî hatin gotûbêjkirin
PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Iraqê Ebdilemir Şemerî û Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li Enqereyê civiyan.
Piştî civînê hate ragihandin ku di civînê de li ser ewlehiya sînoran, koçberiya qaçaxî û tawanên koçberiya derqanûnî, rûbirûbûna terorê, madeyên hişbir, pevguhertina tawanbaran û perwerdeya hêzên ewlekariyê danûstandin hate kirin.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Ali Yerlikaya, li ser hesabê xwe yê Xê spasiya xwe bo serdana Şemerî anî ziman.