Cîhan
Wezîrên Tirkiyê ji lîsta dorpêçê hatin derxistin
PeyamaKurd- Tirkiye û Amerîka dorpêçên li ser hev rakirin. Ajansa Reuters ragihand ku du wezîrên Tirkiyê navên wan ji lîsta dorpêçê hatiye derxistin.
Wezareta Xezînê ya Amerîka bi sedema ku papaz Andrew Brunson di zîndana Tirkiyê de dihat girtin, dorpêçê danîbû ser wezîrê dadê yê Tirkiyê Abdulhamit Gül û wezîrê karên hundir yê Tirkiyê Suleyman Soylu.