TR KU SO
FB X
Cîhan

Wezîrên YEyê: Pûtin astiyê naxwaze

Admin İ
Edîtor
📅 01 nîsan 2025 17:56

PeyamaKurd – Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock, îro, di serdana xwe ya nediyar a Kîevê de, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi ”lîstika demê” tawanbar kir û got, “Ûkrayna ji bo agirbestê amade ye, lê Pûtin aştiyê naxwaze û şerê xwe yê neqanûnî didomîne.” 

Serokwezîra Estonyayê Kaja Kallasê jî ku bi Wezîra Derve ya Almanyayê re hemfikir e, destnîşan kir ku Rûsya aştiyê naxwaze.

Her weha Wezîrê Derve yê Polonyayê Radoslaw Sikorski jî daxwaz kir ku ji Rûsyayê re demeke diyarkirî bê danîn ji bo agirbestê. 

Wî anî zimên ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ”hêdî hêdî zoriyên danûstandinê bi Pûtin re fam dike.”

Berdevkê Kremlînê Dîmîtrî Peskov bersiv da van daxuyaniyan û got ku ev pêvajo bi demê ve girêdayî û tevlihev e, lê Rûsya ji diyalogê re vekirî ye.

 

Parve bike: