TR KU SO
FB X
Cîhan

WHO: Çîn nahêle em besdarî lêpirsîna ser koka vîrusê bibin

Admin H
Nivîskar
📅 01 gulan 2020 20:46

PeyamaKurd - Rêxistina Tenduristiya Cîhanî WHOyê ragihand, “Çîn nahêle ew beşdarî lêpirsîna derbarê derketina vîrûsa koronayê de bibin.”

WHOyê daye xuyakirin ku erka wan e awayê derketina vîrûsê nas bikin, lê Çîn nahêle ew derbasî taqîgehên vîrûsê yên li Wuhanê bibin. 

WHOyê herwiha da zanîn ku komîteyeke wan, ji bo lêpirsînê berê xwe daye Pekînê.

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî da xuyakirin ku belge di destê wan de hene ku vîrûs ji laboratûareke Wuhanê derketiye û Çîn berpirsa belavbûna wê vîrusê ye li cîhanê.

Amerîka hem welatê Çînê hem jî WHOyê bi awayekî tund rexne dike ku hevdu digirin û bûne sedema belavbûna vîrusê li seranserê cîhanê ku wan dikaribû nehêlin ev yek pêk were.

Parve bike: