TR KU SO
FB X
Cîhan

WHO: Dema sistkirina rêkarên xweparêziyê nehatiye

Admin L
Nivîskar
📅 29 rêbendan 2021 17:01

PeyamaKurd – Rêxistina Tendurustiya Cîhanî (WHO) diyar kir; ji bo sistkirina rêkarên xweparêziya ji vîrusa Koronayê hêj zû ye, ku li gelek welatên Ewropayê dest bi sistkirina rêkaran hatiye kirin.

Li gor Rêveberê Herêmî yê Tendurustiya Cîhanî yê li Ewropayê Hans Kluge da zanîn; ji 53 welatên li herêmê, li 30 welatan di nava 14 rojên borî de, hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê (Covid-19) kêm bûye, lê belê hîn jî dema sistkirina rêkarên xweparêziyê nehatiye.

Herwiha Hans Kluge destnîşan kir, xizmetên tendurustiyê li ber ceribandineke dijwar de ne û amarên pêketiyan bi giştî li Ewropayê zêde ye, loma nabe niha jiyan were asayîkirin.

Parve bike: