Witkoff: Danûstandinên bi şanda Îranê re bi serkeftî qediyan
PeyamaKurd - Nûnerê Taybet ê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Donald Trump ê Rojhilata Navîn Steve Witkoff, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê hevdîtinên ku di çarçoveya Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de bi şanda Îranê re hatine kirin de daxuyaniyek da.
Witkoff diyar kir ku ev hevdîtinên demdirêj ne bi awayekî rasterast, bi navbeynkariya pêk hatiye.
Witkoff ragihand ku bi navbeykaran di tevahiya rojê de di navbera her du aliyan de dan û standin haatine kirin û got: "Navbeykarê ciheke çalak girtin û lûtkeyeke danûstandinan a ku em hêvî dikin encamên erênî û bi hêvî bi xwe re bîne, bi serkeftî qedandin.
Navbeykar dê xebatên xwe bidomînin.
" Di hevdîtinê de ku li gel zavayê Trump Jared Kushner hatibû kirin, bal hate kişandina ser girîngiya berdewamiya van xebatên dîplomatîk.