Cîhan
Wolters: Dê Amerîka hewl bide hevpeymanîbûna bi Tirkiyê re bidomîne
PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Ewropa yên Amerîkayê (EUCOM) û Fermandarê Hêzên Amerîkî di NATOyê de (SECEUR) Orgeneral Tod D. Wolters, derbarê kirîna S-400an ji aliyê Tirkiyê ve got, Tirkiye dixwaze S-400an bikire, lê Amerîka jî hewl dide ku hevpeymanîbûna bi Tirkiyê re berdewam bike.
General Tod D. Wolters di civîna Sererkanên NATOyê de ku li Brukselê pêk hat axivî û got, "Danûstandinên me dewam dikin, em li çareyekê digerin. Amerîkayê nêrîna xwe aniye ziman û dê di çarçoveya berdewamkirina pêwendiyên hevpeymanîbûnê bi Tirkiyê re xebatên xwe bidomîne.”
Wolters herwiha dubare fikarên Amerîkayê yên derbarê kirîna S-400an de bo Tirkiyê anî ziman.