WP: Wê Trump pêsniyareke nû li Erdogan bike
PeyamaKurd – Rojanemeya Washington Post a Amerîkî îdia kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump, di hevdîtina îro ya Koşka Spî de, wê pîşniyara peymana bazirganî ya 100 milyar dolaran û awayê muaf hiştina ji dorpêçên bo S-400ên Rûsî li Erdogan bike. Li aliyê din jî senatorên Amerîkî ji bo projeyasaya dorpêçên ser rêveberiya Erdogan şert danîne ku heta Tirkiye ji Rojavayê Kurdistanê venekişe dê ew dorpêç li ber destê kongresê bin.
Li gorî nûçeya Washington Post (WP) Trump hewil dide pêwendiyên xirab ên Amerîka-Tirkiyê ji nû ve rast bike û Tirkiyê vegerîna beranameya balafirên F-35an ku ji bo wê jî gavan davêje.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan tevî nerazîbûna piraniya senatorên Amerîkî û raya giştî ya Amerîkayê jî dest bi serdana xwe ya Amerîkayê kiriye û biryare îro li demjimêr 12:00 Washingtonê (20:00 dema Hewlêrê) li Koşka Spî hevdîtineke rûbirûbirû pêk bîne û piştre jî derkevin pêşberî rojnamevanan.
Senatorên herdu partiyên Demokrat û Komarî jî projeyasayeke dorpêçên ser Tirkiyê pêşkeşî kongresa Amerîkayê kirine ku bi taybet ji ber êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê û kirîna S-400an ji Rûsyayê dorpêçên nû li ser Tirkiyê werin sepandin.
Li aliyê din Kurd û dostên Kurdan ên li Amerîkayê jî ji niha ve ji ber hatina Erdogan dest bi protestoyan kirine.