WS: Amerîka amadekariya êrişeke mezin li dijî Îranê dike
PeyamaKurd - Li gorî raporekê ku di rojnameya Wall Street Journalê de hatiye belavkirin, Amerîkayê çend welatên Kendavê agahdar kirine ku ew amadehiya êrişeke leşkerî ya kurt û giran a li dijî Îranê dikin ku dê piştî hilbijartinên nîvdemî pêk bê.
Di vê çarçoveyê de artêşa Amerîkayê tevgerên xwe yên leşkerî li herêmê zêde kirine, sîstema parastinê ya Patriot ji Teksasê dişîne Îsraîlê û hêzên xwe ji baregehên xeternak vedikişîne, di heman demê de keştiya balafirhilgir a George Washington û nêzîkî 20 keştiyên şer li Rojhilata Navîn hatine amadekirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew beriya bidawîhatina hilbijartinên nîvdemî ti êrişan nakin, lê meyla wî li ser êrişeke berfireh e ku binesaziya nukleer a Îranê bike armanc heke alî li hev nekin.
Ji aliyê din ve, Birêvebirê Giştî yê IAEAyê Rafael Grossi dyar kir ku wan ti çalakiyên nû li pêgehên zererdîtî nedîtine, lê ji ber ku çavdêr negihîştine van deveran, ew nikarin garantiyê bidin ka madeyên nukleer hatine veguhastin yan na.