WSJ: Amerîka dixwaze baregehên rûsî yên Rojhilata Navîn bikar bîne
PeyamaKurd – Rojnameya Wall Street Journal (WSJ) ragihand ku Serokerkanê Artêşa Amerîkayê Mark Milley hefteya borî ligel hempîşeyê xwe yê rûsî Valeriy Gerasimov hevdîtinek pêk aniye û di wê hevdîtinê de, mijara bikaranîna baregehên rûsî yên li Rojhilata Navîn hatiye axaftin.
Gerasimov û Milley, hefteya borî li paytexta Finlandê Helsinkiyê civiyane û WSJ derbarê wê hevdîtinê de ragihandiye ku mijara bikaranîna baregehên rûsî yên Rojhilata Navîn ji aliyê artêşa Amerîkayê ve hatiye rojevê, lê Gerasîmov ti sozek nedaye Milley.
Li aliyê din, Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov jî li ser pirsa derbarê mijarê de gotiye, “Ez nikarim di vê mijarê de ti şîroveyekê bikim. Derbarê vê hevdîtinê de çi hebe hat gotin.”
Peskov herwiha pirsa ‘Gelo Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li zîrweya Cenevê pêşniyara bikaranîna baregehên Rûsyayê yên Rojhilata Navîn li Joe Biden kiriye?’ jî bêbersiv hişt.