WSJ: Dibe ku Pûtîn fermana êrîşa welatekî endamê NATOyê bide
PeyamaKurd - Li gorî nûçeya ku di rojnameya The Wall Street Journalê de li ser bingeha raporên îstîxbarata DYAyê hat belavkirin, hat îdîakirin ku Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn dikare beriya ku şerê li Ûkraynayê bi dawî bibe, ji bo ceribandina biryardariya NATOyê êrîşeke sînordar li ser yek ji welatên endamên hevpeymaniyê bike.
Berpirsên Amerîkî balê dikişînin ser girîngiya vê xetereyê û diyar dikin ku mebesta sereke ya êrîşeke muhtemel ne zeftkirina axê ye, belkî xirakirina yekîtiya hevpeyaniyê û ceribandina pabendbûna hevalbendan a beramberî parastina hevpar e.
Di berdewamiya nirxandinên îstîxbaratê de hat destnîşankirin ku gava Pûtîn li goşeyekî teng bimîne dikare bibe metirsiyeke hêj mezintir.
Herwiha hat ragihandin ku li gorî texmînên îstîxbaratî, gef û metirsiyên bi vê rengî dikarin di navbera vê payîzê û sala 2029an de bibin rastî û bikevin meriyetê.